KCK: Bi Komployê xwestin Kurdan qir bikin û demokrasiyê asteng bikin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê derbarê komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê de daxuyaniyek da û diyar kir ku armanca komployê qirkirina Kurdan û astengkirina demokratîkbûna Rojhilata Navîn bû. KCK’ê dest nîşan kir ku Rêber Ocalan bi berxwedana xwe têkçûneke dîrokî nîşanî komplogeran da. KCK’ê ji bo bersivdayîna komployê banga bilindkirina têkoşînê kir

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî salvegera 21’emîn a komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê, daxuyaniyek nivîskî da.

KCK’ê hemû şehîdên bi silogana” Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin” bi bîr anî û diyar kir ku wan bi çalakiya xwe, rihê fedayî yê berxwedana li dijî komployê ava kir.

KCK’ê diyar kir ku armanca komploya 15’ê Sibatê qirkirina Kurdan, astengkirina biratiya gelan û ne demokratîkbûna Rojhilata Navîn bû.

Rêber Ocalan 15’ê Sibatê weke ‘Roja Qirkirina Kurdan’ bi nav dike.

KCK: Rêber APO bi berxwedana xwe komploger têk birin

KCK’ê di daxuyaniyay xwe de berxwedana 21 salan a Îmraliyê jî nirxand û got:

Rêber Ocalan bi analîzên xwe, têkçûnek dîrokî nîşanî komplogeran kir.

Rêber Ocalan di nava 21 salan de bû rêberê gelên Rojhilata Navîn û mirovahiyê.

KCK’ê derbarê sîstema Modernîteya Demokratîk jî diyar kir ku Ocalan bi vê sîstemê gora Modernîteya Kapitalîst kola û destnîşan kir ku bi vebijêrka Modernîteya Demokratîk Ocalan tola xwe ji komplo û komplogeran rakir.

KCK’ê diyar kir ku yên ji xeta Rêber Ocalan ditirsin, daxwaziya berdewama komployê dikin û wiha anî ziman:

Biryara komploya 15’ê Sibatê ti têkiliya xwe bi hiqûq, edalet, wijdan û nirxên mirovahiyê re nîne, mînaka vê yekê jî êrîşên 9’ê Cotmehê yên li dijî destkeftiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

KCK: Divê gel û hêzên demokrasiyê têkoşînê bilind bikin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ji bo rakirina tecrîdê û azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan ev bang kir:

Bersiva herî baş ji komplogeran re, xurtkirina têkoşîna azadî û demokrasiyê ye.

Li dijî îtîfaqa AKP – MHP’ê divê hemû gel û hêzên demokrasiyê, asta têkoşîna xwe bilind bikin.

Back to top button