Jinên koçber ên Serêkaniyê tevî hemû zehmetiyên jiyanê derbas dikin.
Ew ji bo vegera ewle ya li warê xwe di nava têkoşînê de ne.
Koçbera bi navê Diyala Mihemed bi dilkî şewat wiha li ser jiyana xwe axivî:
” Lingên min jê kirine, ez nikarim bimeşim û ez bi tena xwe dijîm.
5 zarokê min hebûn her 5 zarokê min di kêliyekê de li ser destê Çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.
Heta pezê me jî hin kuştin û hin dizîn, ji bilî bîranînan tu tiştekî min nemaye.”
Diyala Mihemed diyar kir ku ew xwe bi hin alîkariyên Heyva Sor a Kurd debara xwe dike.
Wê da zanîn ku tevî hemû şert û mercên dijwar ku ew dijîn ew bi hêviya vegerek bi ewle ne.
Her wiha Enûd El Salim jî der barê rewşa xwe de ev tişt anî ziman:
“Em 7 kes di bin konekî de bi zor û zehmetî dijîn.
Em germa havînê û serma zivistanê tehemûl dikin.
Em dixwazin vegerin xaka xwe li Serêkaniyê.
Zeviyên me yên çandiniyê li wir hene, em ê bikarin li wir bi rûmet bijîn.”



