Hat ragihandin ku sê roje balafirên bê mirov ê Hêzên Piştgiriya Lezgîn êrîşî paytexta Sûdanê, Xartûm, û balafirgeha wê dikin.
Çavkaniyek leşkerî ya Sûdanê ji AFP re got balafirên bêmirov ên Hêzên Piştgiriya Lezgîn bê navber Balafirgeha Xartûmê hedef girtin.
Balafirgeha Xartûmê ji Nîsana 2023’yan vir ve ji ber şerê navxweyî girtî ye.
Li gorî Desteya Hewayî ya Sivîl a Sûdanê, biryar bû ku balafirgeh ji bo geştên navxweyî ji nû ve were vekirin, lê ji ber êrîşên asimanî hîna nehatiye vekirin.
Çend saet piştî ku fermandarê Hêzên pişgiriya lezgîn Hamidetî ango Mihemed Hamdan, gef xwar ku wê pevçûnê bi artêşa Sûdanê re gur bike.
Piştî gefên Mihemed Hemdan a nû ya bi dronan li Balafirgeha Navneteweyî ya Xartûmê pêk hat.
Ev êrîş çend saet berî ku balafirgeh ji nû ve dest bi geştên navxweyî bike, pêk hat.
Hemdan got:
“Em destura firîna tu balafiran nadin, ji ber wê, ji balafirgeha Xartum, Balafir rabin em ê bixin xwarê, yan jî ji welatên cîran balafir werin Xartumê, em ê bixînin.”
Fermandarê artêşê û Serokê Encumena Serweriyê, Ebdilfetah el-Burhan, piştî êrîşên asimanî, serdana balafirgeha navneteweyî kir.
Burhan li wir da diyar kirin ku wê ji bo tepisandina serhildanê çi were xwestin wê bike.
Ji bo davîkirina şerê Sûdanê li washingtonê hevdîtin tên kirin
Li aliyê din Washington, di bin çavdêriya Wezareta Derve ya Amerîkayê de, îro mazûvaniya rêze civînên nerasterast di navbera nûnerên artêşa Sûdanê û Hêzên Piştevaniya lezgîn dike.
Çavkaniyek Amerîkî got ku Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê û welatên yektiya Ereban çend civînên cuda bi her du aliyên pevçûnê li Sûdanê re li darxistine da ku amadekariya civîna Çaralî ya Navneteweyî li Washingtonê dawiya vê mehê bikin.
Di daxuyaniyeke Çaralî de banga agirbestek mirovî ya sê mehan hat kirin da ku pêvajoya siyasî dest pê bike.



