Li Sehil El-Xab a girêdayî Hemayê gelek sûcên kuştinê li dijî ciwanên Elewî hatin kirin.
Herî dawî ciwanekî Elewî bi navê Ce’fer El-Dirmînî piştî 2 rojan li ser revandina wî ji aliyê komek çekdar ve hat kuştin.
Ce’fer yê 20 salî karê ajokirina erebeya Ambulansê dikir.
Navenda Belgekirina Binpêkirinan got ku herêma Sehil El-Xab şahidê gelek sucên kuştina xortên Elewî ye, û her carê berpirsên van sûcan hewl didan ku sûcan bixin stûyê Elwiyan.



