Nûçegihana me ragihand ku Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê rêya Cizîrê ya di navbera Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û taxên din ên Helebê vekir.
Ev rêya sereke ye ku taxên Şêxmqesûd û Eşrefiyê bi taxên din ve girê dide.
Berî niha 4 rêyên din hatin vekirin, lê hîna 2 rê girtî ne.
Li tenişta vê yekê, tevî vekirina van rêyan, lê belê, hîna jî sotemenî û pêdiviyên jiyanê derbasî herdu taxên Kurdan nehatine kirin.



