Tevî hilweşîna rêjîma Esed a ku bi Narkotîkê bi nav û deng bû, aniha û di vê serdema Hikûmeta Nû de, jî hewldanên zindîkirina wê hene.
Urdinê ragihand ku wan hewldaneke qaçaxtiya Madeyên Hişbir li ser sînorê Sûriyê – Urdinê têk biriye.
Ajansa nûçeyan a Urdunê eşkere kir ku hêzên parastina sînor balonek dema derbasê herêma wan dibe anîn xwarê.
Li gor heman jêderê dema hêzên parastinê ew balon vala kir, madeyên hişbir tê de bûn.
Ajansê da zanîn ku hêzên parastina sînor madeyên narkotîkê radestî saziyên pêwendîdar kirin.



