Saziya Giştî ya Pembo ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi belavkirina fatoreyan li cotkaran kir.
Saziyê pembo li 2 navendên Hesekê: Mehlecê ya li Hesekê, Navenda Pembo ya li Reqayê û Navenda 7 Kîlo ya Dêrazorê werdigirt.
Meclisa Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirîna her toneke pembo bi 600 dolar destnîşan kiribû.
Îro jî Saziya Giştî ya Pembo dest bi belavkirina fatoreyên pembo li cotkaran kir.
Hevserokê saziyê Mistefa Îbrahîm diyar kir belavkirina fatoreyên îro dest pê kir û got: “Dayîna fatoreyan li du navendên sereke; ya yekemîn navenda Komîteya Darayî ya Meclisa Aborî û Çandiniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Hesekê û ya duyemîn li navenda Darayî ya Komîteya Depo û Aşan ya li Reqayê tên dayîn. Ji bo Navenda 7 Kîlo ya Dêrazorê jî dê di çend rojên bê de cih û dema belavkirinê werin dayîn û dayîna fatoreyan wê di rojekê tenê de be.
Mistefa Îbrahîm bang li cotkarên pembo kir ku bi ew bi xwe werin fatoreyên werbigirin û li gorî dora xwe tev bigerin.
Saziya Giştî ya Pembo heya niha derdora 24 hezar û 700 ton ji cotkaran wergirtiye û wergirtin dewam dike.



