Tevgera Hemasê cenazeyê rehîneyekî Îsraîlî radestî Xaça Sor kir.
Baskê leşkerî yê Hemasê “Ketîbetên El Qesam” ragihand ku wan cenazeyê girtiyekî Îsraîlê ku li taxa Tufah a Xezayê hatibû dîtin radestî Komîteya Xaça Sor kir.
Raporan daN zanîn ku di encama xebatên lêkolîn û lêgerînê de cenaze hat dîtin û ji bo wergirtina cenaze ji hêla Îsraîlê ve amadekarî tên kirin.
Her wiha Hemasê der barê cihên cenazeyan de agahî dabûn tîma Misrê ya lêkolînan.
Radyoya Îsraîlê diyar kiribû ku Îsraîlê rê da Hemasê ku li xalên di hundirê “Herêma Zer” de li cenazeyan bigere.



