Li Tirkiyê bi pileya 6.2 erhej çêbû, tu agahiyên der barê windahî û ziraran de nehatin eşkerakirin.
Doh bi şev li li wîlayeta Balikesirê ya Tirkiyê bi pileya 6.2 erhejek çê bû.
Li gelek deverên weke Stenbol, Îzmîr, Bursa heta bi hin bajarên Yewnanistanê şêniyan bi erdhej hîs kirin.
Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Karesat û Rewşa Awarte ya Tirkiyê erdhej di kûrahiya 6 kîlometreyan di bin erdê de çêbûye.



