Akademiya Şehîd Perwîn a girêdayî Komîteya Perwerdê ya Kongra Star dewreyeke taybet ji bo mêran bi navê “Şehîd Nûreddîn Sofî” li dar xist.
Dewre li ser jiyana hevbeş a di navbera mêr û jin de.
Dewre bi beşdariya 29 kesên ji tevahî sazî, meclisên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, yekitî û saziyên civaka sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, pêk hat.
Her wiha dewreya erwerdeyê 30 rojan dewam kir.
Perwrde li ser jiyana hevbeş û avakirina civakeke azad di navbera mêr û jin de, bû.
Di perwerdeyê de waneyên îdeolojî, jineolojî, semînerên li ser zayendperestiyê di civakê de hatin dayîn.



