Malbata Rêber Apo îro çûn Girava Îmraliyê bi Rêber Apo re hevdîtin pêk anîn
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê bi daxuyaniyekê ragihand Rêber Apo îro li Girava Îmraliyê bi malbata xwe re hevdîtin pêk anîye.
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê diyar kir di çarçoveya hevdîtina bi malbatê re biraziyê Rêber Apo û parlementerê DEM Paratiyê Omer Ocalan, dîsa ji malbatê Fatma Ocalan, Berfîn Ocalan û Elî Ocalan îro 31ê Cotmehê li Girava Îmraliyê bi Rêber Apo re hevdîtin pêk anîn.



