Endamê Fermandariya Meclisa Leşkerî ya Reqayê Ayid El Hadî diyar kir hê jî çeteyên DAIŞ’ê li herêmê di nava tevgerê de ne û got,
“QSD wê herdem li hember gefên terorîstan erka xwe ya parastinê berdewam bike.”
Fermandarê QSD’ê Ayid El hadî diyar kir tevgera şaneyên çeteyên DAIŞ’ê li herêmê dewam dike û da zanîn QSD wê erkên xwe yên parstina gel û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, dewam dike.
El Hadî bibîrxist ku QSDˊê bi hevkariya Koalîsyona Navneteweyî bajarê Reqayê ji çeteyên DAIŞˊê rizgar kir û wê nahêlin careke din DAIŞ vegere.
Ayid El Hadî: Em ê erka xwe ya parastinê bidomînin
El Hadî da zanîn QSD misogeriya avakirina Sûriyeke aram û demokratîk e û got,
“Şaneyên DAIŞˊê hê jî li herêmên rojhilat çalak in, lê QSD wê li hember gef û êrişên terorîstan erka xwe ya parastinê bidomîne.



