Li bajarê Girê Spî yê dagirkirî rêveberê dibistanekê ji ber rewşa perwerdeyê rexne kiribû û xwest were başkirin, lêdan xwar.
Çavkaniyên xwecih ji bajarê Girê Spî yê dagirkirî da zanîn ku şêniyên bajarokê Silûkê vê sibehê dît ku rêveberê Dibistana Sebax Cuma Hisên ku ji ser hişê xwe çûye.
Li gorî agahî û dîmenên ku ajansa ANHA’yê bidestxistine, 3 çekdar li erebeyeke reş a bê hejmar bûn, rêveberê dibistanê Cuma El Hisên revand û wî birin cihekî nediyar.
Heman çavkaniyan got ku wî mamosteyî êşkenece xwariya û ji ser hişê xwe çûye.
Di dîmenekî berî niha de El Hisên ji “Meclisa Girê Spî ya Xwecih” xwestibû ku rewşa perwerdeyê were başkirin.



