Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Fîdan ji destpêka pêvajoyê ve dijbertiyê dike.
Fîdan ku li Bexdayê bû danûstandinên wî careke din li ser dijmintiya Kurdan bû.
Hakan Fîdan serdana paytexta Iraqê Bexdayê kir piştî civîna bi Fuad Hisên re axivî.
Fîdan ê ku qaşo ji bo mijara av, bazgirganî û mijarên din serdana Bexdayê kiribû careke din dijminatiya kurdan kir
Hakan Fîdan di daxuyaniyê de got ku divê Tevgera Azdiya Kurdistan li hemû parçeyên kurdistanê kar û xebatên xwe bide rawestandin û ji bo vê jî ji Iraq, Îran û Şamê alîkarî xwest.
Her wiha diyar kir wê para ava Iraqê were berdan, lê ji bilî vê Tirkiye wê di projeyên çavdêrî û avakirina binesaziyên ava Iraqê de, bi Iraqê re bibe alîkar.
Fûad Hisên diyar kir mijara sereke ya civîna wan dosyaya avê bû û anî ziman heta niha 26 peymanên aborî, bazirganî, ewlekarî, û hwd, din bi Tirkiyeyê re hatine îmzekirin û xwest ev peyman bikevin meriyetê.



