TEV-ÇAND`ê li ber Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li Qamişloyê ji bo domandina çanda gelan a çêkirina danûkan, li ser agir danûk çêkirin.
Kelandina danûkan yek ji kevneşopiya gelê herêmê ye. Şêniyên herêmê ku vê kevneşopiyê diparêzin, li ber deriyê malên xwe danûkan çêdikin û beşekî li şênî û zarokan jî tê belavkirin.
Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezepotamya (TEV-ÇAND) li gelek bajarên kantona Cizîrê ji bo balê bikişîne ser çanda gelan a kelandina genim (danûk), bernameyek bi rêxistin kiriye. Li gorî bernameyê li tevahî bajar û bajarokan danûkan çêdikin û li xelkê belav dike.
Îro endamên TEV-ÇAND`ê li pêşiya Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li bajarê Qamişlo bo ku çandê bidin nîşandan û zarokan kêfxweş bikin danûk çêkir. Dema çêkirina danûkan endamên Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn, Kongra Star û şêniyên bajar amade bûn.
Dayika bi navê Iqlîma Hisên got: “Danûk çandeke me ya Kurdan e, heta niha jî em vê çandê diparêzin.”
Li dora agirê kelandina genim şêniyan stran gotin û dîlan gerandin. Piştî belavkirina danûkan Koma Pale û Şehîd Dilvîn stran gotin.



