Li bajaroka Hecînê yê Dêrazorê, pêngava ji bo çandina daran û paqijiyê dest pê kir, di pêngavê de wê 6 hezar û 500 dar werin çandin.
Pêngava paqijî û çandina daran bi hevkariya şêniyên bajêr û rêxistina ACTED’ê ya cîhanî li rojhilatê Dêrazorê pêk hat.
Di roja yekem ya kar û xebatê de, dibistan, kolan, rêyên serekê û navendên xizmetguzarî hatin paqijkirin.
Li ser pêngavê komîteya amedekar diyar kir ku armanca wan xweşikkirina bajar û berfirehkirina rûberên keskahiyê ya li kantonê ye.
Li gorî komîteyê wê ev pêngava 20 rojan dewam bike.



