Siwêda ji hefteyekê ve ye di nava rageşiyeke ewlehiyê de dijî, li kêlek wê jî pevçûn û binpêkirinên ji hêla hêzên hikumeta veguhêz û komên çekdar ên girêdayî wan ve zêde dibin û agirbesta bi navbeynkariya Amerîkayê tê binpêkirin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) bi raporeke binpêkirinên ewlehiyê û êrişên bi dronan li dijî eniyên şer li Siwêdayê û gundewarê wî, ku di encamê de bi dehan sivîl û şervanên xwecihî bûn qurbanî, aşkera kirin.
Ji nav wan binpêkirinan hewla ketina binkefît ku komên çekdar ji herêmên di bin kontrola hêzên hikumeta veguhêz de li eniya Rîma Hazim-Welga ya bakurê rojavayê bajêr ve pêk anîbû. Di wê hewlê de pevçûnekî dijwar rû dabû û dronên komên êrişkar li asîman bûn.
Li eniyên Xirbet Semer-Era jî pevçûnên demdemî çêbûbûn û di heman demê de malên sivîlan bi çekên doçka dihatin hedefgirtin.
Di 27ˊê Cotmehê de jî hêzên hikumeta veguhêz bi dronan nêzî 12 êriş li dijî nuqteyên Hêzên Parêzvanên Niştîmanî yên Siwêdayê li derdora rêbenda veguhastinê ya li ser rêya Çerxerêya Omran-Welga pêk anîbûn , di encamê de 7 endam birîndar bûn.
Hêzên hikumetê li dijî gundên Xirbet Semerû Welga, Teila, Eyat, Rîme, Hazim, Era, Um Zeytûn êriş pêk anîn.
Di 28ˊê Cotmehê de jî li ser rêya Şam-Siwêdayê, di êrişeke çekdarên nenas a li dijî erebeya veguhastina rêwiyan li nêzî stasyona Murcana de xortekî û keçekî jiyana xwe ji dest dabûn û 11 sivîl jî birîndar bûbûn.
Ev pêşdeçûnên meydanî, mezinahiya tevliheviya ewlehî ya li dijî Siwêdayê, binkeftina peymana agirbestê, li kêlek wê jî ambargoya giran li ser bajêr û gundewarê wê, nîşan didin.



