Li paytexta Awusturalya Viyanayê, bi boneya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê çalakiyek hate lidarxistin
Di çalakiyê de Hevserokê Dem Kurdê Zulkuf Karatekîn axivî û bal kişand ser girîngiya dîrokî ya berxwedana Kobanê û got:
“Têkoşîna ku li Kurdistanê tê meşandin, berxwedanake bêhempa ye ku di dîroka cîhanê de kêm tê dîtin.
Di sala 2014’an de bi derktina DAÎŞ’ê re, bi piştgiriya dewletên hevkar ên li herêmê li dijî Kurdan êrîşeke mezin hate destpêkirin.
Armanc ew bû ku Kurdan ji qirkirinê re derbas bikin û tune bikin.
Lê gelê Kurd di çaroveya paradîgmaya Rêbertî de, xweparastina xwe pêş xist û li Kobanê berxwedaneke mezin raber kir.
Ev berxwedana careke din nîşan da ku tu hêzekî ji îradeya mirov xurttir nîne.”
Her wiha li ser navê PYD’ê Dr. Sebrî axivî û girîngiya berxwedana Kobanê ji bo gelê Kurd û piştevaniya navneteweyî hat kirin silav kir.
Piştî axaftinan, sînevîzyona hate pêşandan û Koma Dengê Bozar derket ser dîkê.
Beşdaran govendê gerandin û çalakî bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.



