Şaneyên çeteyên DAIŞ’ê di cotmehê de 18 êriş li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk anîn.
Di encamê de 5 şervanên QSD’ê û 2 sivîl şehîd bûn bûn.
Her wiha 10 şervan, 4 endamên hêzên ewlekariya hundirîn û 2 sivîl birîndar bûn.
Şaneyên çeteyên DAIŞ’ê di meha cotmehê de jî êrişên xwe li ser herêmên Bakur û Rojhilat Sûriyeyê dewam kirin.
2’ê Cotmehê çeteyên DAIŞ’ê li ser rêya gundê Miêzîliyê yê bakurê Reqayê êrişî erebeya leşkerî ya QSD’ê kir.
Di encamê de 2 şervan birîndar bûn.
5’ê Cotmehê şaneyên çeteyên DAIŞ’ê li gundê Mihêmîdiyê yê rojavayê Dêrazorê bi rêya mayînekê erebeya QSD’ê kir hedef.
Di encamê de 2 şervan birîndar bû.
13’ê Cotmehê, 2 çeteyên DAIŞ’ê li bajarokê Til Semin ê gundewarê bakurê Reqayê êrişî erebeya QSD’ê kir:
Di encamê de şervanek şehîd bû û yek jî birîndar bû.
15’ê Cotmehê çeteyekî DAIŞ’ê, êrişî benda kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li bajarokê Kerama yê gundewarê rojhilatê kantona Reqayê kir.
Di êrişê de 2 sivîl hatin kuştin.
Di bersivdayîna êrişê de êrişkar hat kuştin.
17’ê Cotmehê şaneyên çeteyên DAIŞ’ê avahiya Meclisa Sivîl a bajarokê şewitand û êrişî nuqteya Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê ya li bajarokê Sûsê yê gundewarê rojhilatê kantona Dêrazorê kir şervanên meclisê bersiva êrişê da û şer derket.
Di encamê de şervanek birîndar bû.
19’ê Cotmehê şaneyên DAIŞ’ê li bajarokê Mihêmîda yê gundewarê rojavayê Dêrazorê êrişî erebeya Hêzên Têkoşîna Li dijî Sûcan a Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir.
4 endamên Hêzên Têkoşîna li dijî Sûcan birîndar bûn.
20’ê Cotmehê şaneyên DAIŞ’ê li gundê Hîsan ê herêma Kisra ya gundewarê rojavayê kantona Dêrazorê bi êrişeke bombeyî li dijî erebeya QSD’ê pêk anî.
Di êrişê de 2 şervan şehîd bûn û 3 jî birîndar bûn.
Di heman rojê de şaneyên çeteyên bi rêya bicihkirina mayînekê li ser pira Mihêmîdiya- Rêya Xurafî ya gundewarê rojavayê Dêrazorê erebeya şervanên QSD’ê kir hedef.
Di encamê de 2 şervan şehîd bûn û 2 jî birîndar bûn.
Bi vî awayî bîlançoya giştî ya meha Cotmehê wiha ye:
“18 êriş ji aliyê şaneyên çeteyên DAIŞ’ê ve li dijî herêmê hatine kirin.
Di encama van êrişan de 5 şervanên QSD û 2 sivîl şehîd bûne.
Her wiha 10 şervanên QSD, 4 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û 2 sivîl birîndar bûn.”



