7 kesan li Rojavayê Helebê jiyana xwe ji dest da

Ji ber êrîşên asmanî yên Rûsya û rêjîmê li ser gundewarê rojavayê Helebê, heya niha 7 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Çavdêriya Sûrî ragihand ku di êrîşên Rûsî yên duh li ser gundê Ebyen de, 3 kes û li gundê Kefer Eme 4 kesan jiyana xwe ji dest da.

Li gorî çavdêriyê, ji ber barana xurt jî 7 saetan balafirên şer ên Rûsî negeriyan.

Çavdêriyê diyar kir jî ku gelek alav û maşîneyên leşkerî yên hêzên rêjîmê derbasî Taxa Raşdîn, Heleb Cedîda, rojhilatê rêya M5 û başûrê gundewarê Idliê bûn.

Back to top button