Ji bo şerê Îranê neke, senatoya Amerîkî rê li ber desthilata Trump digire

Senatoya Amerîkî biryara sînorkirina desthilata Trump di şerê li dijî Îranê de, giftûgo kir.

Tê payîn îro biryar têkeve dengdanê, di demekê de ku metirsî heye serokê Amerîkî şerekî leşkerî yê vekirî, bê ku li Senatoyê vegere, ragihîne.

Tevî ku dê Vetoyê li dijî biryarê bikar bîne jî, serokê Amerîkî hişyarî da Senatoyê da ku bijardeyên girêdayî siyasetên wî sînordar nekin.

Trump bi riya Tweeterê got: ji bo ewlehiya welatê me, pir girîng e ku Senato vê biryarê erê neke.

Em karekî pir baş bi Îranê re dikin, ev ne dema pêşandana lewazbûnê ye, girêdana destê min dê şansê bide Îranê.

Back to top button