Alîkariyên leşkerî ji bo Ukraynayê dewam dike.
Zelenskî ragihand ku Almanya patrîotan radestî Ukraynayê kiriye.
Her wiha Rûsya ragihand ku ji ber rewşa nû hevdîtinên Putîn û Trump ne guncaw e.
Serokkomarê Ukraynayê Volodimir Zelenskiy, di 2’yê Mijdarê de di daxuyaniya xwe de ragihand ku Almanyayê sîstemên mûşekên parastina hewayî yên Patriot ji Ukraynayê re peyda kiriye.
Zelenskiy got:
“Me parçeka Patriot a parastina hewayî ya Ukraynayê xurt kir.
Ji bo vê gavê hevbeş ku ji bo parastina jiyanê ji terorîzma Rûsî hatiye avêtin, ez bi şexsî spasiya Almanyayê û Friedrich Merz dikim.
Me ev zêdekirina parastina hewayî ji demekê ve amade dikir û niha peymanên gihîştî hatin cîbicîkirin.”
Lê belê Zelenskî hejmara tam a pergalên parastina hewayî yên radestkirî diyar nekir.
Zelenskiy, dibêje muzakereyên ji bo xurtkirina bêtir a pergalên parastina hewayî yên Ukraynayê hem di asta hikûmetê de hem jî rasterast bi hilberînerên sîstemê re didomin û wiha got:
“Em bi hevkarên xwe re ji bo avakirina pergalek parastina hewayî ya pêbawer xebatên xwe didomînin.
Kapasîteyên me, ne tenê ewlehiya Ukraynayê, ewlehiya hevkarên me jî garantî dike.”
Saziya Alîkariya Almanyayê ya Ukraynayê, di 1’ê Mijdarê de di daxuyaniya xwe de ragihandibû ku Ukrayna di rojên pêş de du pergalên parastina hewayî yên Patriot wê bigire, Almanyayê jî radestkirina van sîsteman di destpêka Tebaxa 2025’an de ragihandibû.
Peskov: Hevdîtinên bi Trump re ji bo şertên nû ne guncaw e
https://www.ukrhaber.com/blog/kremlin-trump-ile-putin-arasinda-bir-gorusmeye-gerek-gormedigini-soyledi/
Li aliyê din berdevkê Kremlinê Dmitriy Peskov dibêje hevdîtineke di navbera serokên Amerîka û Rûsyayê de dikare pêk were, lê belê ji ber şertên nû ji bo Moskvayê dem ne guncaw e.
Peskov bal kişand ser tevliheviya pêvajoya muzakereyê ya li ser şerê li Ukraynayê wiha got:
“Bi awayekî texmînî hevdîtin mumkun e, lê belê niha ji bo wê hewce nîne.
Di vê qonaxê de, ji bo hûrgiliyên mijara çareseriyê xebateke pir bi baldarî hewce ye.”
Serokê Amerîkayê Donald Trump, bi bîr xist ku hevdîtina plansazkirî ya bi Pûtîn re bi hinceta ku di bin şertên heyî de “şaş be” betal kiriye û diyar kir ku hevdîtinên bi Pûtîn re dikarin paşê bên kirin.
Trump gotibû:
“Me hevdîtina bi Serok Pûtîn re betal kir. Min fikirî ku ev ne rast e.
Min fikirî ku em ê negihîjin xala ku em dixwazin bigihîjin, ji ber vê yekê me betal kir. Lê em ê di pêşerojê de vê bikin.”
Paşê Pûtîn gotibû ku hevdîtina ku wê paşê bi Donald Trump re li Budapestê bike ne hatiye betal kirin, berevajî vê hatiye paşxistin.



