Rûsya bi şevê li gelek herêmên Ukraynayê êrîş pêk anî.
Yekşemê li herêma Odessa ya başûrê rojavayê Ukraynayê di êrîşa balafirên bêmirov ên Rûsyayê de 2 kes mirin.
Serokê Herêmê Oleh Kiper ragihand ku 5 kamyon şewitîn û 3 kes birîndar bûn.
Li gorî Hêza Hewayî ya Ukraynayê, Rûsya bi şevê bi giştî 79 balafirên bêmirov û 2 moşekên balîstîk ên Îskender avêtin Ukraynayê, ji wan 67 hatin xistin an jî bêbandor kirin.
Rûsya herwiha bi şevê li Zaporijyayê jî êrîşa moşek û balafirên bêmirov pêk anî.
Di êrîşan de 2 kes birîndar bûn, nêzîkî 60 hezar kes bê elektrik man.
Ukrayna êrişî li bendera tuapse ya Rûsyayê kir
Ji aliyê din ve, hêzên Ukraynayê bi şeva yekşemê êrîş li Bendera Tuapse ya Rûsyayê pêk anî.
Berpirsên îstixbarata Ukraynayê diyar kirin ku di êrîşê de tankerekî neftê, binesaziya barkirinê û avahiyên benderê hatin lêdan.
Berpirsên Rûsyayê ragihand ku “2 keştiyên sivîl ên biyanî” zirar dîtin.
Bendera Tuapse mazûvaniya termînalek mezin a hinartina neftê û rafîneriyekê ya pargîdaniya neftê ya Rûsyayê Rosneft dike.
Ukrayna di vê salê de çend caran benderê kiribû armanc.



