Fermandariya Giştî ya YPJ’ê bi daxuyaniyekê nasnameya şehîd Zeyneb Tekoşîn eşkere kir.
YPJ’ê qala têkoşêriya Şehîd Zeyneb kir û sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got: ” Em soz û girêdana xwe ya bi şehîdan re dûbare dikin, şehîdên me wê di têkoşîna me de her tim jiyan bikin.”
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê bi daxuyaniyekê nasnameya şehîd Zeyneb Tekoşîn eşkere kir.
YPJ’ê şehîd Zeyneb Tekoşîn bibîranî û wiha got:
“Rêhevala me Zeynep Tekoşîn bi nasnav Viyan Xelîl di sala 2004’an de li bajarê Qamişlo ji dayik dibe.
Rêhevala me bi çirokên berxwedaniyê bi çanda welatpareziyê tê mezin kirin.”
Li ser têkoşîn û şoreşgeriya şehîd Zeyneb YPJ’ê wiha got:
“Tevî hemû sînoran rêhevala me ji Qamişlo sala 2022’an de berê xwe dide qadên şoreşê û bi têkoşîna xwe ve sinorên bê wate hildiweşîne.
Di nava şoreşa jinê de rastiya dijminê xwe nas dike, li ser nasnameya jina azad lêhûrbûn dike û daxwaza xwe ew e ku xwe bigehinê pîvanên jina azad.”
YPJ’ê diyar kir ku şehîd Zeyneb bi pêşniyar û daxwaza xwe tevî temenê xwe yê ciwan, di nava gelek pengavên şoreşgeri de cih girt û wiha domand:
“Dema Dewleta Tirk û çeteyên wê ji bo dagirkeriyê berê xwe dan bajarê Minbicê.
Li wir rastî berxwedaniya fermandar û şervanên azadiyê hatin.
Di nava vî şerê dijwar de rehevala me Zeynep rexmê ku hevala xwe ya têkoşînê Nesrîn Çiya re giran birindar jî dibin heya guleya xwe ya dawiyê şer dikin.
Lewma em deyndarê kesayeten wiha giranbûhan e ku weke jin îro bê rawestan em dikarin têkoşîna azadiyê domdar bikin.”
Di dawiyê de YPJ’ê sersaxî ji malbata şehîd Zeynep re xwest û wiha got:
“Heya em negehijin xewn û xeyalên şehîdan, em ê dev ji têkoşîna azadiyê bernedin.”
Li gorî Fermandariya YPJ’ê nasnameya şehîd wiha ye:

Nasnav: Zeynep Tekoşîn
Nav û paşnav: Vîyan Xelîl
Navê dayik: Leyla
Navê bav: Tewfîq
Dîroka şehadetê: 08/12/2024



