Tenê di nava mehekê de QSD’ê 6 operasyon li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ’ê li dar xistin.
Di encama her 6 Operasyonan de 2 jê serçete, 79 çete hatin girtin.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo têkbirina hemû şaneyên DAIŞ’ê têkoşîna xwe didomîne.
Tenê di nava meha Cotmehê de 6 operasyon li dar xistin ku di encam de 79 çete hatin girtin.
1’ê Cotmehê QSD’ê êrişeke şaneyên çeteyên DAIŞ’ê ya li herêma Tikêhî ya rojhilatê Dêrazorê têk bir.
3 çeteyên şaneyê girtin. Her wiha miqdarek çek û belge desteser kir.
Di 5’ê Cotmehê de jî QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn li gundewarên bajarê Eyn Îsayê operasyoneke ewlehiyê pêk anî.
Di vir de 71 çete hatin girtin û miqdareke çek desteser kirin.
Her wekî 16’ê Cotmehê Hêzên Komandos ên QSD’ê 2 operasyon li gundewarên rojhilatê Dêrazorê li dar xistin.
Ev yek jî bi desteka hêzên Koalîsyona Navneteweyî pêk hat.
Operasyona yekemîn li gundê Berîha yê herêma Bisêra hat lidarxistin.
Çeteyekî DAIŞ’î hat girtin û miqdarek çek hat desteserkirin.
Di operasyona duyemîn de ku li gundê Sebha yê heman herêmê hat lidarxistin 2 çete hatin girtin.
21’ê Cotmehê Tîmên Operasyonên Leşkerî (TOL) yên girêdayî QSD’ê operasyoneke ewlehiyê li Tebqayê li dar xist.
Li vir serçeteyî şaneyeka DAIŞ’ê Ehmed Ebdulqadir El Mûsa ku ji Tebqayê hat girtin.
Li gorî QSD’ê serçete El Mûsa berpirsê wergirtin û radestkirina çeteyan bo şaneyan û şopandina nuqteyên QSD’ê bû.
23’yê Cotmehê jî TOL’ê bi desteka Koalîsyona Navneteweyî operasyonek li bajarokê Meskene yê rojhilatê bajarê Helebê li dar xist.
Di operasyonê de serçeteyê bi navê Ehmed Xelef El Hisên ê ji heman bajarok hat girtin.
Bi giştî di meha Cotmehê de 6 operasyon hatin lidarxistin. Di encamê de 2 jê serçete 79 çete hatin girtin.
Ji destpêka îsal ve 76 operasyon ji aliyê QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve hatin lidarxistin.
Li gorî daxuyaniyan, di van operasyonan de 2 serçete di nav de 7 çete hatin kuştin, her wiha 5 serçete di nav de, 175 çete hatin girtin.



