Li Reqayê di merasîma sersaxiyê ya 5 şehîdan de peyama domandina têkoşîna wan hate dayîn.
Bi dehan şêniyên kantona Reqayê tevî endamên saziyên sivîl ji saetên serê sibehê ve herikîn bin kon û merasîmek hat lidarxistin.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê, hevserokê Desteya Malbatên Şehîdan, Birîndarên Şer û Dîlgirtiyan a Kantona Reqayê Îbrahîm El Hemûd axivî.
El Hemûd di axaftina xwe de sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got: “Dijminên jiyanê hewl dan ronahiya azadiyê vemirînin, lê nizanin her dilopa xwîna şehîdan bi hezaran berxwedêran ava dike. Her riheke diçe bi hezaran giyanên azad diafirin ku binkeftinê red dike. Em ê li ser soza xwe bimînin ta armancên wan ku ên azadî, rûmet û edaleta civakî pêk bînin. Em ê têkoşînê bidomînin heya ku xeyalên wên jiyaneke wekhev û hevbeş ava bikin.”
Hevseroka Meclisên Başûr ên Kantona Reqayê Mihemed El Nayîf jî sersaxî û sebir ji malbatên şehîdan re xwest.
Endama Nivîsgeha Perwerdeyê ya Kombûna Jinan a Zenûbiya Ala El Hisên jî anî ziman ku her şehadeteke îsrara wan a domandina têkoşîna û bilindkirina ala berxwedanê li hemberî hemû cûreyên zulm û dagirkeriyê zêde dike. Ala Hisên bi domdarî got: “Şehîdan bi xwîna xwe ya pak destanên lehengiyê yên ebedî nivîsandin ku wê ji nifşan re bibe meşale.”
Di dawiya merasîmê de wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û dirûşmên “Bi can, bi xwîn em bi te re ne şehîd” hatin berzkirin.



