Îsal li herêmê Desteya Perwerde û Fêrkirinê materyalên beşa duyemîn nû kir û materyalên nû amadekir.
Vê yekê hişt ku pirtûkên sala nû ya perwerdeyê li hinek cihan derengî werin belavkirin.
Desteya Perwerde û Fêrkirinê diyar kir wê di demeke kurt de pirtûkên kêm werin belavkirin.
Rayedarên Desteya Perwerdê diyar kirin ku pirtûk her sal di meha Gulanê de ji bo çapxaneyan tên şandin.
Îsal li gorî pêdiviyên dibistanan pêwîstibû 4 mîlyon û 200 pirtûk bihatana belavkirin.
Pirtûk li 8 çapxaneyên herêmê têne çapkirin.
Lê îsal nûkirina materyalên beşa duyemîn û amadekirina materyalên nû hişt ku pirtûkên sala nû dereng werin belavkirin.
Lewma pirtûk di meha Tîrmehê ji bo çapxaneyan hatine şandin.
Ji ber zêdebûna pirtûkan û derengşandinê, çapkirina pirtûkan di dema xwe de temam nebû.
Lewma li hinek dibistanan pirtûk nehatine belavkirin.
Rayedarên Desteya Perwerde û Fêrkirinê diyar kirin ku hejmareke kêm a pirtûkan maye.
Ew jî wê di nava 10 rojan de ji çapxaneyê derkevin û dest bi belavkirina wan bê kirin.



