Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku yekîneyên wan li bajarê Qamişlo 3 bikarhêner û bazirganên narkotîkê girtine.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku hêzên wan roja Yekşemê 2`ê Mijdarê 3 bikarhêner û bazirganên narkotîkê li bajarê Qamişlo girtine.
Bi kesên girtî re 310 hebên narkotîkê, 198.7 gram metamfetamîna krîstal, mêzîneke elektronîk û alavên narkotîkê, hatine dîtin.



