Berî mehekê di navbera Pakistan û hêzên Talîbanê de rageşiyeke leşkerî derketibû.
Wê demê artêşa Pakistanê ragihandibû ku herî kêm 30 kes ji hêzên Afganistanê û tevgera Talîbanê hatine kuştin û 6 tankên hêzên Afganistanê hatine rûxandin.
Herî dawî Artêşa Pakistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku di êrişa li ser sînorê bi Afganistanê re ya li dijî Talîbana de 20 çekdarên Talîbanê hatin kuştin.
Ev pêşdeçûn digel bêdengiya fermî ji hêla desthilatên Afganistanê yên girêdayî tevgera Talîbanê ve, pêk tên.



