Şaredariyên Gel ên bajarên Hesekê, Til Temir û Holê xebatên xwe yên salan 2025ˊan di civînên xwe yên salane de nirxandin û li gorî pêşniyên nûnerên komînan kirine plansaziyên xwe yên sala bê danîn
Şaredariyên Gel ên bajarên Hesekê, Til Temir û Holê yên kantona Cizîrê civînên xwe yên salê li dar xistin. Di civînan de projeyên sala 2025’an hatin nirxandin, raporên xizmetguzarî, darayî û rêxistinî hatin pêşkêşkirin û plansaziyên bi armanca başkirian rewşa xizmetguzarî û binesaziyên bajaran hatin diyarkirin.
Şaredariya Gel a bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê civîna xwe ya salê li dar xist. Di civînê de projeyên sala 2025’an hatin nîqaşkirin û plansazî ji bo pêşerojê hatin danîn.
Di civînê de hevserokên komîn û meclisan, endamên saziyên sivîl û leşkerî û nûnerên partiyên siyasî amade bûn.
Civîn bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, dûre rapora salane ya şaredariyê ji hêla hevseroka şaredariyê Enûd Deqorî ve hat xwendin.
Paşê şêwirmenda Yekitiya Şaredariyan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Zeyneb Murad li ser rewşa siyasî ya Sûriyeyê bi taybetî peymana 10’ê Adarê ya di navbera Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî û serokê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê Ehmed El Şeri de hatiye îmzekirin, axivî.
Zeyneb Murad diyar kir ku pêşeroja Sûriyeyê dê bi beşdariya hemû pêkhateyan were sazkirin û destûreke giştî ku mafên hemû pêkhateyan û vegera ewle ya hemû koçberan misoger bike, were nivîsandin.
Piştî wê sînevîzyonek li ser xebatên şaredariyê yên li bajarê Hesekê hat pêşandan û projeyên pêkhatî û yên pêknehatî hatin nîqaşkirin. Şêniyan li ser paqijî û kanalîzasyonan têbîniyên xwe parve kirin û gilî der barê nepabendbûna xwediyên jeneretorên taybet bi dema pêxistin û vemirandinê de kirin.
Hat diyarkirin ku îsal hezar û 860 xebatên sereke û 8 hezar û 72 xebatên malan ên kanalîzasyonan hatine pêkanîn. Li xalên leşkerî û rêveberî jî 10 hezar û 128 xebatên kanalîzasyonan hatine pêkanîn.
Şaredariyê 2 hezar û 977 kanalîzasyon, hezar û 40 rîgarên baranê paqij kirin, 58 boriyên bêtûnê bi eşkêla 40 cm siwar kirin û yên şikandî jî bi hevkariya gel hatin nûkirin.
Girêdayî wê, 250 sendoqên çopan li taxan hatin danîn.
Der barê derengmayîna rakirina çopan de şaredarî xwedî li 274 giliyan derketin û 374 muxalefet li xwediyên jeneretoran, ku di demê jeneretor pênedixistin, birîn.
Di çarçoveya hevkariya rêxistinan de şaredariyê 14 stasyonên şêrînkirina avê bi hevkariya rêxistina UNICEF û Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor çaksazî kirin û 407 şewat li bajêr û gundewarê wî vemirandin.
Şaredariyê peykerek ji bo bîranîna komkujiya Sêmêlê ya 1933’yan çêkir, Parka Jinan çaksazî kir û 4 basên nû ji bo şaredariyê kirîn.
Îsal şaredariyê projeya taxa Miftî ya ji çerxerêya Kevokê heta çerxerêya Şehîd Serhed bi rêjeya ji sedî 50 pêk anî, lê ji ber nerazîbûna ji cûreyê keviran proje bi awayekî demkî hat rawestandin.
Di dawiya civînê de pêşniyarî ji bo zêdekirina sahrîcên taybet û giştî ji bo gihandina avê, zêdekirina sendoqên çopan li taxan, qîrkirina rêyên xerabbûyî û pêşxistina kanalîzasyonan berî zivistanê, hatin kirin.
Til Temir: Nirxandina xebatan û danîna plansaziyê
Li bajarê Til Temirê civîna şaredariyê li hola Kinêr hat lidarxistin. Di civînê de hevserokatiya şaredariyê û endamên komîte, beşan û hevserokên komînan amade bûn.
Di civînê de cîgirê hevserokatiyê Elî Elo rapora salê ya li ser projeyên îsal xwend.
Piştre beşdaran zehmetiyên ku li pêşiya kar derdiketin, wekî kêmbûna budceyê, zehmetiya peydakirina amûran û pêwistiya bi xebatkar û wesayîtan, anîn ziman.
Li gorî pêşniyariyên nûnerên komînan xebata girêdana bîra stasyona Sewalvaniyê bi xezana mezin a avê di plansaziya sala bê de hat bicihkirin. Her wiha xebatên pêşxistina rêyan, kanalîzasyonan û gihandina xizmetan ji bo gundên dûr, xurtkirina hevkariya komîn û meclisan û perwerdekirina xebatkaran, ji bo sala bê hatin diyarkirin.
Hol: 8 xebat û plansaziya 2026’an
Şaredariya Gel a bajarê Holê civîna salê bi tevlêbûna nûnerên komîn, saziyên Rêveberiya Xweser û partiyên siyasî li dar xist.
Di civînê de hevseroka şaredariyê Xade Ebdulcadir rapora xebatên îsal xwend û diyar kir ku ew 8 xebat bûn, ji wan xebatan kanalîzasyon, qîrkirina rêyan, siwarkirina sîstemên enerjiya tavê, avakirina sûkeke gelêrî û danîna 45 hawiyeyên çopan li Holê, Um Hucêra û Xatûniyê ne. Hat destnîşankirin ku lêçûna xebatan zêdetirî 195 hezar dolar bû.
Xade Ebdulcadir bal kişand ser zehmetiyan û got ku amûr kêm in, cûreyên mazotê ne baş e, nivîsgehên rêveberî kêm in û budce li gorî pêdiviyan kêm e.
Nûnerên komînan ji bo avakirina stasyona şêrînkirina avê ji xeta başûr re, kirîna wesayîtan, pêşxistina kanalîzasyonan, ronîkirina bajarokên derdorê û çaksazkirina rêya Hol – Til Birak, pêşniyarî kirin.
Di dawiya civînê de hevserokê şaredariyê Ehmed Ebdo got ku ev pêşniyarî dê di plansaziya 2026’an de bi cih bibin.



