Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Reqayê, di çarçoveya hewlên xwe yên berdewam ên pêşxistina beşa perwerdê de, li herêma Panorama ya bajêr dibistaneke seretayî vekir.
Bi amadebûna dehan xelkê bajarê Reqa, endamên Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya kantona Reqayê, mamoste û endamên saziyên sivîl dibistaneke seretayî hat vekirin.
Vekirina dibistanê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, dûre hevserka Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya knatona Reqayê Zelîxe Ebdê deriyê dibistanê vekir, şano hat pêşkêşkirin û helbest bi zimanên Erebî û Kurdî hatin xwendin.
Dibistan ji 3 qatan û jêrzemînekê pêk tê, tê de 22 jor, hola panelan, 4 jorên rêveberiyê, destav, qada derve li derdorê dîwar, hene. Dibistanê têra nêzî 900 xwendekar dike.
Proje li ser du qonaxan pêk hat; ya yekemîn tamîrên bingehîn û ya duyemîn jî xebatên hundirîn û derve.
Ev gav, di çarçoveya plana desteyê ya sererastkirina saziyên perwerdê ku di salên şerê de wêran bûne de pêk hat.
Desteyê diyar kir ku vekirina dibistanê di pêvajoya perwerdeya berfireh de gaveke kalîteyî ye û pabendbûna Rêveberiya Xweser a dabînkirina firsetên perwerdeya adilane ji tevahî zarokan re, nexasim zarokên ji ber rewşa şer ji xwendinê mehrûm bûne, nîşan dide.
Ev dibistan di dema serweriya çeteyên DAIŞˊê li ser bajêr de bi temamî wêran bûbû û ji nû ve vekirina wê bûyereke bi xwe re nîşaneyên mirovî û perwerdehiyê yên mezin tîne.



