Hêzên Sûriya Demokrtîk QSD’ê erişa çekdarên Hikûmeta Veguhêz li Rojhilatî Reqayê têk bir.
QSD’ê got: em ê bersiva her cure êrişan bidin.
Têkildarî mijarê navenda ragihandin û çapemeniyê ya QSD’ê daxuyaniyek da û got:
Çekdarên Hikûmeta Veguhêz bi çekên giran û dronan êrişî hêzên me li gundê Xenam El Elî yê Rojhilatî Reqayê kirin.
Di erişê de 3 endamên me birîndar bûn.”
QSD’ê destnîşan kir ku wan di çarçoveya parastina rewa de bersiva êrişan da û ew eriş hate têk birin.
Di dawiyê de, QSD’ê got:
“Hikûmeta veguhêz ya Sûriyê ji êrişan berpiryar e.
Li dijî her cûre gef û erişan hêzên me amede ne.”



