Li gundê Um Hartên yê rojavayê Humsê êrişek ji aliyê komeke çekdar pêk hat.
Di encamê de 5 kes hatin kuştin û hejmarek birîndar hene.
Li gorî çavkaniyekî xwecihî komeke çekdar êriş birin ser qehwexaneyeke li gundê Um Hartên yê rojavayê Humsê û gule berdan kesên di hundirê qehwexaneyê de.
Di encama êrişê de 5 kes û di nav wan de muxtarê gundê Wadî El Mewla hatin kuştin.
Her wekî, hejmarek kes birîndar bûn û birîna hinekan ji wan giran e.



