Ji ber tunebûna xizmetguzariyê û xemsariya saziyên hikumetê, xelkên Hema û gundewarên wê zehmetiyên giran dikişînin.
Li hemberî wê jî aliyên berpirs ên hikumeta veguhêz a Sûriyê tu gav ji bo çareserkirina vê krîzê neavêtine.
Li gundê Belîn ê gundewarên rojava yê Hemayê nêzî 5 hezar kes dijîn.
Li wî gundî krîza avê ji mêj ve heye.
Tevî salên dirêj ên zehmetiyê, tu çareserî nehatine pêkanîn, tenê soz tên dayîn lê nakevin pratîkê.
Tora ava vexwarinê ya li gund vedigere sala 1958’an, êdî ew li gorî pêdiviyên vê serdemê bi kêr nayên.
Li gorî daxuyaniyên fermî, li gund tenê 2 bîrên avê hene.
Yek ji wan di saetê de 10 metredam û ya din di saetê de 40 metredam avê derdixin, lê belê sîstema belavkirina avê lewaz e û tenê 3 rojan dixebite.
Hemwextî vê paşuhkirina ji aliyê hikumeta veguhêz a Sûriyê ve, şêniyan bi însiyatîfeke xwebexş zeviyek bi rûbera 2 doniman ji bo pêkanîna projeya enerjiya tavê amade kir.
Şêniyên gund banga pêkanîna çareseriyeke bingehîn û guhartina tora avê ya kevin bi toreke nû ya li gorî pêdiviyên wan, kir.
Her wiha şêniyan daxwaza lezkirina pêkanîna projeya enerjiya tavê kir.



