Li Şengalê ji Adara 2019’an ve ji 90 gorên komî 74 gor hatin vekirin.
Serokê Tîma Vekirina Gorên Komî Ehmed Kosa Esedî diyar kir ku di nava 15 rojên borî de jî dest bi vekirina gorek din a komî kirine.
Ehmed Kosa Esedî di derbarê kar û xebatên vekirina gorên komî yên li Şengalê de agahiyan bi çapemeniyê re parve kir.
Ehmed Kosa da diyar kir ku karmendên saziya wan lêkolîn, analîz û kolandina goran bi hemahengiya Tiba Edlî ya Iraqê re dikin.
Her wiha Ehemed Kosa eşkere kir ku tîmên wan ji Adara 2019’an ve li Şengalê dest bi vekirina gorên komî kirine :
Heta niha ji giştî 90 gorên komî, 74 gor vekirine.
Ehmed Kosa Esedî eşkere kir ku di nava 15 rojên borî de tîmên wan li gundê Herdan jî dest bi vekirina gorek komî kirine.
Ehmed Kosa da diyarkirin ku ew pilan dikin wan gorên komî yên li Cezîre bihevre vekin.



