Sûc û kirinên li dijî xwezayê li Efrîna dagirkirî dewam dikin.
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker gundewarên Efrînê dizî û birîna darê zeytûnan dewam dikin.
Li gundewarê Efrîna dagirkirî astengî û pêkanînên li dijî gel û taybet kurdan ji hêla çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve zêde dibin.
Ev çete bi alîkarî û di bin parastina qaşo “Komîteya Aborî” ya girêdayî çeteyan de zeytûnên welatiyan didizin.
Çeteyn dewleta Tirk darên zeytûnan yên şêniyên Efrînê ku temenê wan 100 salin dibirin.
Her wiha çete berhemên zeytûnan yê gundewarên Efrînê dizîn û çiqilên daran şikandin.
Ne tenê ev, gelek serçete destê xwe danîne ser berhemê gelek welatiyan, taybet welatiyên kurd.
Rojane gelek binpêkirinên ji dizî, revandin, kuştin û birîna daran li Efrînê tê kirin û li hemberî wê jî hesab ji çeteyên dewleta Tirk nayê pirsîn.


