Şêniyên bajarê Girkê Legê bi çavdêriya Şaredariya Gel û hemahengiya Daîreya Avê dest bi kolandina 2 bîran kir.
Bi armanca zêdekirina jêderên avê da ku bi awayekî baş bigihêje taxan dest bi kolandina 2 bîran kir.
Bîr li nêzî stasyona Sefan a avê ya bajarê Girê Legê ,tên kolandin.
Der barê mijarê de şêniyê bi navê Ebas Emoka diyar kir ku ev xebat di çarçoveya hewldanên wan ên bi armanca bihêzkirina şebekeyên avê li bajar de tê kirin.
Her wiha Ebas Emoka got: “Armanca kolandina her du bîran ew e ku av bi awayekî baş, birêxistinkirî û domdar bigihêjin taxan.”



