Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Reqayê xebatên xwe yên jinûve avakirina hin dibistanan didomîne.
Li gorî amarên desteyê, di şerê rizgarkirina Reqayê ji çeteyên DAIŞ’ê de di 2017’an de:
55 dibistan bi temamî hatibûn wêrankirin û 160 dibistanê jî bi awayekî qismî zirar lê bûbûn.
Girêdayî mijarê berdevkê Nivîsgeha Avahîsaziyên Dibistanan a Desteyê endazyar Mihemed El Hisên axivî û got:
Niha nivîsgehê xebatên amadekirina lêkolînkirin û bicihanîna xebatên avahiyan dike.
Ji bo 6 dibistanên bi temamî hatine wêrankirin nêzî ji sedî 60 hatiye amadekirin.
Di dawiyê de El Hisên got: Divê piştî sererastkirina dibistanan temam bû, werin parastin.
Her wekî ji kadroyên perwerdê û xwendekaran daxwaz kir ku li hember parastina van cihên girîng berpirsiyar bin.
Li kantona Reqayê 398 dibistan û 96 hezar û 453 xwendekar hene.
Niha xebat li 6 dibistanên di şer de bi temamî hatine werankirin tên kirin.



