Xwediyên çewlikên mirîşkan ên kantona Cizîrê ji ber gelek sedeman zehmetiyan dikişînin.
Ji lewra xwediyên çewlikên mirîşkan banga piştgirîdayînê bi rêya peydakirina sotemeniyê kirin .
Her wekî piştgiriya birêxistinkirina karê çewlikan û kêmkirina buhayên êm û çûçikan jî kir.
Ebdulbaqî Sarûxan ê ji gundê Dugirê yê Tirbespiyê 35 sal e çewlika xwe bi rê ve dibe.
Sarûxan destnîşan kir ku zehmetiyên ku li pêşiya xwediyên mirîşkan derdikevin êdî gefê li karê wan dixwin û got:
Projeya çewlikan ji bo herêmê gelekî girîng in, bi taybetî ji bo pêşxistina sewalvanî û çandiniyê.
Girêdayî mijarê, hevserokê Desteya Sewalvaniyê ya kantonê Mihemed Tahir Şêxmûs dibêje:
Em ji bo peydakirina mazota germkirinê ji bo xwediyên çewlikan di hewldanan de ne.
Her wiha pêşxistina karê çewlikan yek ji armancên sereke yên desteyê ye.
Li kantonê, çewlik yek ji projeyên bingehîn ên sewalvaniyê ne.
Hem goşt û hêkan ji bo sûkên xwecih peyda dikin, hem jî derfetên kar pêşkêş dikin.
Di çarçoveya hewldanên Rêveberiyê de ên ji bo pêkanîna xwetêrkirinê de, li kantonê nêzî 450 çewlik hene .



