Xwendekarên Zanîngeha Helebê li pêş keleha Helebê çalakiyek hunerî pêşkêş kir.
Di çalakiyê de çanda pêkhateyên Ermenî û Kurdî bi pêşkêşkirina muzîkê hat nîşandan.
Bi wê çalakiyê xwendekaran hezkirin û hevgirtina mozaîka civakî li hember hewlên jevxistinê nîşan da.
Di çalakiyê de 22 tabloyên ku bedewiya xwezaya herêma Efrîna dagirkirî,
Çand û folklora gelê Kurd nîşan didan, hatin pêşkêşkirin.
Xwendekara bi navê Rosêl Elo bi xêrhatina haziran kir û destnîşan kir ku welat li ser aheng û hezkirinê ava dibin.
Bi tehrdîkirin û nefretê neteweye têk diçin û got:
“Rola hunerê di derxistina çanda civakan û dîroka wan de girîng e.”
Piştre koma muzîkê ya Ava ya Kurdî û jineke ciwan a Ermenî stran gotin.
Di heman demê de koma muzîkê ya Şûşê ya Ermenî govendeke gelêrî pêşkêş kir.



