Roj bi roj bûyerên kuştine li herêmên di bin kontrola hikûmeta veguhêz a Sûriyê û dagirkeriya Tirkiyê de zêde dibe.
Tenê di meha Mijdarê de 156 kes ji wan 13 jin û 20 zarok hatin kuştin.
Ev bûyer li bajarên, Hums, Hema, Deraa, Laziqiye, Siwêda, Dêrazorê, Şam û gundewarê wê, Tedmur û gundewarê Helebê pêk hatine.
Di vê mehê de 20 zarok di encama teqîna mayînên şer li gundewarên Hama û Îdlibê jiyana xwe ji dest dan.
yên din jî ji ber gulebarana rasterast di dema nakokî an pevçûnên malbatî de, an jî di encama tundiya çekdarî de li bajarên wekî Şam, Hums, Heleb û Îdlibê hatin kuştin.
Her wiha 13 jin di şert û mercên cûda de hatine kuştin.
Hin ji wan ji aliyê çekdaran ve li mal an jî cihên giştî hatine gulebarankirin.
Hin jî ji ber mayînê şer an jî di encama tundiya navmalî de jiyana xwe ji dest dane.



