Piştî vekirina dibistanan bi demek dirêj îro Desteya Perwerde û Fêrkirinê çapkirina pirtûkên dibistanan bi dawî kir .
Îsal, çapkirin û belavkirina pirtûkan pir dereng ma.
Li gor agahiyan, li bêtirî 8 çapxaneyên herêmê di Tîrmehê (2025) de dest bi çapkirina pirtûkan kirin .
Hat zanîn ku piştî çapkirina derdora 4 milyon û 80 hezar pirtûkan, vê gavê pêvajoya çapkirinê bi dawî bûye.



