Dîmenek ji Hemayê belav bûye û tê de heqaret û êrişkariya li dijî elewiyan tê nîşandan.
Di dîmen de xuya dibe ku mezarê Şêx Ferec ku li cem elewiyan pîroz e, ji hêleke komeke çekdar ve tê teqandin.
Di dîmenekî de teqandina mezarekî olî yê Elewiyan a li gundewarên Hemayê belav bû.
Ev mezar ji serdem Bîzentiyan de heye , di encama zêdebûn rewşa nearamiyê de komeke ji çekdaran li gundê Seyada mezarê Şêx Ferec teqandin.
Mezarê Şêx Ferec yek ji mezintirîn cihên şûnwarên olî yên dîrokî ye ku vedigere serdema Bîzantiyan.
Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê da zanîn ku dengekî xurt belav bû û di encama teqînê de beşeke mezin ji mezarê hate rûxandin bêyî ku zirarên mirovî hebin .
Ji ber vê kirinê, acizî û hêrseke mezin di nava elewiyan bi taybet de belav bûye.



