Konseya Tevkariyê ya Welatên Kendava Erebî lûtkeya 46’an li dar xist.
Konseyê li dijî tundî û provokasyonên li Sûriyeyê, banga têkoşîna hevpar kir.
Her wiha piştgirî da peymana entegrasyonê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.
Lûtkeya 46’an a Konseya Tevkariyê ya Welatên Kendava Erebî li Behrêynê li dar ket .
Di dawiya Lûtkeyê de encamnameyek hat derxistin .
Di encamnameyê de ku cihek ji bo Sûriyeyê hate dayîn, banga rêzgirtina li serdestiya Sûriyeyê, hat kirin.
Her wiha destwerdanên derve di kar û barên navxweyî yên Sûriyeyê hatin redkirin.
Di encamnameyê de hate destnîşankrin ku ewlehî û istiqrara Sûriyeyê bingeha esasî ya ewlehiya herêmê ye.
Her wekî hemû cûreyên tundiya li Sûriyeyê hatin şermezarkirin û ev bang hat kirin :
”Divê li gorî peymanên NY şer bi rêyên aştiyane werin çareserkirin .
Divê têkoşîn li dijî teror, tevlihevî, tundrewî û provokasyonan bê kirin.
Konseyê piştgirî da peymana 10’ê Adara 2025’an jî .
Konseya Bilind êriş û binpêkirinên domdar ên Îsraîlê yên li Sûriyeyê şermezar kirin.



