Dorpêça hikumeta veguhêz a Sûriyê li ser taxên Helebê xelkê difetisîne .
Ji ber vê dorpêçê di vê zivistana sir û seqem de sotemeniya germkirinê nayê derbaskirin.
Lewma hejmara nexweşên şewbê li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê zêde bûye.
Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir ji ber nebûna sotemeniyê , nêzîkî 400 kes bi nexweşiya şewbê pêşwazî kir.
Piraniya nexweşan zarok û pitik in.
Bijîşka zarokan Dr. Jînda Moskiro ya li Nexweşxaneya Şehîd Xalid Ferec di vî warî de axivî.
Dr. Jînda diyar kir ku li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi hatina zivistanê re şewba grîpa demsalî zêde bûye.
Li gor wê Rojane 150-200 zarokên bi şewbê ketine têne nexweşxaneyê, gelek kesên mezin jî bi vê nexweşiyê ketine.
Jîndayê bal kişand ser girîngiya lênêrîna bijîşkî ya ji bo pitikan dema ku nîşanên şewbê li wan xuya bikin.
Ji meha Îlonê ve, hikumeta veguhêz ya Sûriyê rê li ber ketina pêdiviyên bingehîn ji bo her dû taxan girtine.



