Rêveberiya Giştî ya Bendavan diyar kir ku ava Bendava Firatê ji 7 metreyan zêdetir daketiye.
Di heman demê de hilberîna elektrîkê ji 50 megawatî kêmtir bûye, ev yek jî bandorê li jiyana bi milyonan kesî dike.
Der barê asta kêmbûnê de, endamê Rêveberiya Giştî ya Bendavan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Îmad Ubeyd axivî û got:
Ji ber kêmbûna herikîna avê ji aliyê Tirkiyê ve, asta avê li çemê Firatê pir kêm bûye.
Ev yek metirsiya karesateke mirovî, jîngehî û civakî çêdike ku dê bandorê li jiyana bi qasî 7 milyon mirovên ku li qeraxên Çemê Firatê bike.
Îmad Ubeyed destnîşan kir ku kêmbûna ava çemê Firatê bandor çandiniya li hewza Firatê kir.
Rêveberiya Giştî ya Bendavan bang li civaka navneteweyî kir ku tavilê mudaxele bike .
Her wiha zextê li Tirkiyê bike da ku mîqdara avê li gorî peymana sala 1987’an a di navbera Sûriye, Iraq û Tirkiyê de berde.



