Îro yekem konferansa komînên demokratîk li taxa Şêx Meqsûd a Helebê dest pê kir.
Di bin dirûşmeya “Bi rihê komînal, em ê aştî û civatek demokratîk ava bikin” û bi beşdariya 800 delegeyan Koferasn pêk tê.
Konferans, ku li Hola Lazurd a li herêma Şeqîfê tê lidarxistin.
Hevserokê Meclîsa Giştî Nûrî Şêxo yê taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê di Koferansê de axivî .
Nûrî Şêxo destnîşan kir ku ev kombûn berhema 14 salan têkoşîn û berxwedanê li Rojava ye.
Nûrî Şêxo tekez kir ku ji bo avakirina serketinên ku berê hatine bidestxistin, divê her kes bi berfirehî bixebite .
Di konferansê de peyamek ji Yekîtiya Civakên Kurdistanê (KCK) ji niştecihên taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê re jî dê hebe.
Pêşkêşkirinek vîdyoyî ku kar û çalakiyên hemî saziyan nîşan dide jî dê were nîşandan.
Her wiha, çalakiyên salê dê werin nîqaş kirin, û pêşniyar û plan dê werin pêşkêş kirin



