Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, cenazeyê şehîd Mihemed Elî ku di encama îşkenceya çeteyên dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest dabû, spart axê.
Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê îro cenazeyê şehîd Miemed Elî ji Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir a li taxa Şêxmeqsûd wergirt û ber bi goristana li gundê Pino yê li herêma Şeqîfê ve bir.
Merasîm ji aliyê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ve hat birêxistinkirin. Ji rêveberên Meclisa Olî Mihemed Qasim di merasîmê de axivî û diyar kir ku Mihemed Elî bi awayekî ku tu ol û wijdan qebûl nakin, rastî îşkenceyê hatiye. Qasim got: “Ev îşkenceya hovane, kîn û nefreta kûr a çeteyên Tirkiyeyê ya li hember Kurdan nîşan dide.”
Piştî axaftinê cenazeyê şehîd li pakrewangeha şehîdan spartin axê.



