Hevserokê Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) diyar ku ji her kesî tê xwestin ku berpirsiyariya xwe pêk bîne û nehêle welat têkeve nava şerekî navxweyî.
şêniyên herêmê, serok û nûnerên eşîran û endamên saziyên Rêveberiya Xweser tev li civînê bûn.
Civînê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, piştre hevserokê Ofîsa Têkiliyên a MSD`ê li Hisên Ezam li ser mijara gotara nefretê axivî, ku li Sûriyeyê, nemaze li deverên di bin kontrola Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê de belav dibe, axivî.
Ezam diyar kir ku rewşa Sûriyeyê hewceyî bi yekîtî û piştgiriya hemû pêkhateyên civakê heye. Her wiha xwest ku pêkhateyên ciakê li dora Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) kom bibin.
Hevserokê MSD`ê Mehmûd El Mislit, li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axivî û got ku ev herêm dikarin peyamên erênî ji cîhanê re bişînin, tevî dijwarî û krîzên girîng ên ku di salên dawî de pê re rû bi rû mane.
El Mislit diyar kir ku berpirsiyarî dikeve ser milê her kesî, serokên eşîran, ciwan, jin û siyasetmedaran, ku pêşî li nakokiyên navxweyî an mezhebî bigirin, ji ber ev nakokî dikarin bibin sedema wêrankirina herêmê.
Di dawiya civînê de, beşdaran nerîn û pirsên xwe yên di derbarê rewşa siyasî de parve kirin, her wiha hin daxwazên têkildarî xizmetê anîn ziman.



