Li Siwêdayê 3 gorên komî ku 50 cenze di wan de hebû, hatin dîtin.
Têkildarî mijarê malpera Siwêda Pirs ragihand ku gora herî mezin li gundewarên rojhilatî Derayê hate dîtin.
Di wê gorê de, 50 cenzeyên ku bi aweyekî bê serûber hatine veşartin hebûn.
Li gorî çavkaniyên tenduristî cenze di Tîrmha bûrî de, di dema êrişa li ser Siwêdayê de hatin veşartin.
Çavknaiyên tunduristî destnşîna kirin ku piraniya cenazeyan şewtîne û gelek ji wan birîndar bûn û weke tesfiye hatine kuştin.
Li gorî agahiyan, yek ji şêniyên Siwêdayê cenazeyê bira û xizmê xwe naskiriye, lê dema dixwaze cenaziyê wan werbigre, 14 meliyon lîre Sûrî jê tê xwestin da ku wan li Siwêdayê veşêre.
Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê jî li ser mijarê got:
“Di Tîrmha 2025’an gelek cenaze bê serûber li Izre û Edra yê gundewarên Dera hatin veşatin.
Lê Hikûmeta Veguhzê rastiyên van goran eşkere nake û mijara wan paşguh dike.”



